balefirên şer yên Tirkiyê gundên nahiya Cindirêsê ya Efrînê bordiman dikin, li hinek cihan jî şerekî giran heye.
Ev 23 roj in artêşa Tirkiyê bi hemû hêza xwe êrişî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dike. Heta niha bi dehan kes hatine kuştin, bi sedan kes birîndar bûne û gelek gund jî wêran bûne.
Piştî ku duhî helîkoptereke Tirkiyê ji aliyê şervanên YPGê ve hat xistin û herî kêm 11 serbazên Tirkiyê hatin kuştin, êrişên artêşa Tirkiyê li dijî Efrînê zêde bûne.
Çavkaniyên nêzîkî YPGê dan zanîn ku firokeyên şer yên Tirkiyê vê gavê gundên Baflor û Axcelê yên nahiya Cindirêsê didin ber bombeyan.
Her wiha hat gotin ku li gundên Erebwêran û Dêrsiwarê yên nahiya Şera ya Efrînê şerekî giran di navbera şervanên YPGê û hêzên Tirkiyê de derketiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin