Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Silliman û şandeke pê re kir.
Serokwezîr û balyozê Amerîkayê behsa dawîn pêşhatên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin, bi taybetî komîtên tîkildarên pirsa mûçe û helgirtina qedexeyî ya ser firkexaneyên Herêma Kurdistanê.
Her wiha hêvî xwestin ku diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê encmên erênî hebe û rê ji bo çareser kirina hemû pirsgirêkên navbera her du aliyna xweş bike.
Serokwezîr û Balyozê Amerîkayê bal kişandine ser pişkdariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li konferansa avedankirna Îraqê ku biryar e li welatê Kuwêtê bihê sazkirin.
Her wiha pêdagirî li ser pişka Herêma Kurdistan ji proje yên avedankirina Îraqê kirin.
Di dawiyê de jî behsa hilbijartinên Îraq û Herêma Kurdistanê û prosêsa siyasî, rewşa Îraqê û deverê piştî nemana DIŞIê li Îraq û Sûryê kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin