Birêveberiya Efrînê derbarê rewşa dawî de daxuyaniyek da

heta niha li Efrînê 26 zarok hatine şehîd kirin
کوردستان TV
100%

Desteya Xwebirêvebirina Efrînê derbarê rewşa dawî ya kantona Efrînê de daxuyaniyek da û ragihand ku heta niha 160 kes hatine kuştin ku 26 ji wan zarok in.

Hevserokê Kantona Efrînê Hêvî Mistefa Kongoreyeke Rojnamevanî li dar xist û tê de ragihand ku di encama êrişên Tirkiyê de 160 kesên sivîl canê xwe ji dest dane û 395 kes jî birîndar bûne.

Herwiha Mistefayê rexne li helwesta civaka navdewletî li hember êrişên Tirkiyê girtin û got, “cîhanê li hember êrişa ser Efrînê bêdeng maye.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.