li Koşka Selam îro, serokê Iraqê Fûad Masûm li gel her du cîgirên xwe Osama Nûcêfî û Nûrî Malikî civiya, di civînê de rewşa Iraqê gotûbêjkirin.
Li gor daxuyaniya serokatiya Iraqê îro, Pênşemê li Koşka Selam îro, serokê Iraqê Fûad Masûm li gel her du cîgirên xwe Osama Nûcêfî û Nûrî Malikî civiya, di civînê de tekezî li ser hilbijartinên encûmena parêzgehan di meha Tişrîna duyem de hat kirin.
Herwiha di civînê de jî serokê Iraqê û her du cîgirên xwe ragehandin ku, pêwîste pirsa bûdceya sala 2018 di nav hemû aliyan pêwendîdar de were çareserkirin, di heman demê de pirsa derengiya mûçeyên fermanberan û awayên çareserkirinê hat behskirin.
Civînê tekezî li ser giringiya berdewamiya danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bo çareserkirina pirsgirêkên her du aliyan li gor destûrê hat kirin.Herweha pirsgirêka avê û pilanên çareserkirina wê jî hat gotûbêjkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin