YEê jiber girtina kesên ku hikûmet rexne dikin hikûmeta Tirkiyeyê şermezar dike.
Parlamenterên PE’ê, bi biryareke ku bi dengdana eşkere hat pejirandin dîyar kir ku li Tirkiyê qanûna terorê bi awayekî berfireh hatiye pênase kirin û divê ew bo cezakirina gel û medya neyê karanîn.
Parlamenteran da zanîn ku jiber ku operasyona Efrînê rexne kirine, li Tirkiyê rojnamevan, aktîvîst, doktor û gelek kesên din hatine girtin û jiber helwesta Tirkiyê ew şermezar kirin.
Parlamenteran bang li Tirkiyê kir ku Rewşa Awarte (OHAL) ya ji 2016’an vir ve dewam dike rake û wan diyar kir ku hikûmeta Tirk vê rewşê bo zexta li ser rikeberiya rewa û aştiyane bikar tîne.
Parlamenteran bi bîr xist ku bi biryarnameyên OHAL’ê zêdetirê 160 sazîyên medyayê hatine girtin û zextên dijî rojnamevanan jî hat şermezar kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin