SANA: Tirkiyeyê pompaya avê ya Efrînê bombebaran kir

tirkiye bi zanebûn zirarê dide jiyana xelkên medenî
کوردستان TV
100%

Ajansa SANAyê ya Sûriyeyê ragihand ku bombebarana hêzên Tirkiyeyê li herêma Efrînê bi hemû cûreyên çekdan li ser avahiyên sivîlan û avahiyên giştî berdewam dike ku di encamê de dibistanek û pompaya avê ya bajarê Efrînê wêran bûne.

Li gorî nûçeyê, çavkaniyên herêmî ragihandiye ku hêzên Tirkiyeyê bi topxaneya giran dibistaneke seretayî li gundê Meydankê bombebaran kiriye ku hinek beşên wê wêran bûne û ziyanên madî li xaniyên welatiyên li derdora dibistanê çêbûne.

Herwiha çavkaniyên herêmî ragihand ku hêzên Tirkiyeyê bı moşekan pompeya avê ya ku avê dişîne ji bajarê Efrînê re kiriye armanc û gelek ziyan tê çêbûye ku ihtimal heye, ev bûyer bibe sedema karesateke mirovî û tenduristî çêbibe, eger bombebaran dewam bike û ev pompe nema bikare xizmetê bike.

Ji aliyê din ve, peyamnêrê kurd Hoşeng Hesenî jî li ser hesabê xwe Yê Facebookê dîmenên pompeyê weşandin û diyar kir ku xetera qutbûna avê heye.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.