Sembola Efrînê li baxçeya Parlementoyê hat çandin

li parlementoyê bo Efrînê zeytûn hatin çandin
کوردستان TV
100%

Parlamenterên Kurdistanê bi çandina darên zeytûnê nerazîbûna xwe li dijî operasyona Efrînê nîşan dan

Parlamenterên Kurdistanê bi çandina darên zeytûnê nerazîbûna xwe li hember êrişên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê nîşan dan.

Ev 18 roj in artêşa Tirkiyê bi hemû hêza xwe êrişî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dike. Heta niha bi dehan sivîl hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne. Artêşa Tirkiyê navê operasyona Efrînê jî daniye “çiqla zeytûnê!”

Komek parlamenterên Kurdistanê îro bi çandina darên zeytûnê nerazîbûna xwe li hember operasyona  “çiqla zeytûnê” ya artêşa Tirkiyê li dijî Efrînê nîşan dan.

Serokê firaksyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê Omêd Xoşnav li ser rûpela xwe ya facebookê gotiye, “Me li hember operasyona çiqla zeytûnê 4 darên zeytûnê wek sembola berxwedana Efrînê çand. Silav li berxwedana Efrînê û gelê me.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.