Mesrûr Barzanî dibêje em pêşniyara dabeş kirina postên parêzgeha Kerkûkê red dikin.
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê û Serokê tîma damezrêner ya dezgeha xêrxwaziya Barzanî piştî konferansa dezgeha xêrxwazaiya Barzanî di presskonferansekî de behsa çend mijaran kir.
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê derbarê rewşa Kerkûkê de got: Kerkûk bajarekê dagîrkiriye û em pêşniyarên dabeş kirina postên li vê parêzgehê red dikin.
Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de got: Heta ku rewşa Kerkûkê neyê normalkirin em pergala birêvebirinê ya vê bajarê qebûl nakin û ew bajar jî weke bajarekê dagîrkirî dibînin.
Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku lazime tevahiya mafên destûrî yên wan deverên Kurdistanî yên ku li derveya îdareya Kurdistanê dene werin parastin, madeya 140 were cîhbicîhkirin û rewşa ew deverên han jî were normalkirin.
Derbarê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Barzanî got: Kurdistan hertim amade bûye bo diyalog û Kurd daxwaza cîhbicîh kirina mafên xwe yên destûrî dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin