Heta niha 129 welatî hatine şehîd kirin

tirkiye li ser kuştina xelkê sivîl berdewame
کوردستان TV
100%

Êrîşên Tirkiyeyê li ser xelkê medenî didomin

 Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê îro amara qurbaniyên sivîl ên di encama êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê ragihand ku ta niha 129 welatiyên sivîl şehîd bûne.

Hevseroka Encûmena Tenduristî ya Efrînê Encêla Reşo di konferaseke rojnamevanî de ragihand, artêşa Tirkiyê sivîlan li Efrînê bombebaran dike û hîn jî topbaran û bombebarana xwe ya li ser herêma Efrînê berdewam e

Encêla Reşo da zanîn, heta niha 129 welatiyên sivîl şehîd bûne û 320 kesên din jî birîndar bûne, di nava wan zarok û jin jî hene.

Encêla Reşo bang li civaka Navedewletî û saziyên mafê mirovan û Xaça Sor kir ku pêwîstiya nexweşxaneyên Efrînê bi derman p pêwîstiyên bijîşkî hene û daxwaza kirk u alîkariyên tenduristî ji ji wan re bişînin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.