Pentagonê li ser xistina firokeyê bersîv da Rûsyayê

li ser xistina balefirê Rûsî, nakokiyên Amerîka û Rûsyayê zêdetir dibin
کوردستان TV
100%

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) bersîva tohmetên Rûsyayê da û diyar kir ku Amerîka ti çekên dije-firokeyan nedaye grûbên çekdar ên Sûriyê.

Berdevkê Pentagonê Adrian Rankine ji ajansên Rûsyayê re ragihand: “Amerîkayê ti cure çekên dije-moşek nedane hevpeymanên li Sûriyê”. Rankine diyar kir ku hevpeymanî bi ti awayî li devera ku firokeya Rûsî hatiye xistin, çalak nîn e.

Roja şemiyê (03.02.2018) çavkaniyên nav opozîsyona Sûriyê eşkere kir ku firokeyeke Rûsî xistine xwarê û firokevanê wê jî hatiye kuştin.

Cîgirê Berpirsê Encûmena Berevanî û Asayişa Rûsyayê Frants Klintsevich ragihandibû, kesên ku firokeya Rûsyayê xistine xwarinê, dê bi tundî baca vê yekê bidin.

Frants Klintsevich diyar kiribû ku ew gihiştine wê baweriyê çeka ku li bajarê Idlibê balafireke Su-25 ya Rûsyayê xistiye xwarê, ji aliyê Amerîkayê ve bi rêya welatên sêyem ve ji grûbên çekdar re hatiye gihandin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.