Nûçegîhanê Rojhilata Navîn yê Rojnameya Guardianê Martin Chulov, derbarê operasyona li dijî Efrînê Ya Tirkiyeyê de nêrînên xwe bi xwendevanên xwe re parve kir: Êrîşên Tirkiyeyê li herêmê dibe sedema mirina gelek mirovên sivîl, her wiha bi sedan sivîl jî brîndar bûn e.
Nûçegîhanê rojnameya navdar yê Guardianê Martin Chulov anî ziman ku êrîşên Tirkiyeyê li herêmê dibe sedema mirina gelek mirovên sivîl, her wiha bi sedan sivîl jî brîndar bûn e. Li gor Bianetê, Chulov nêrînên xwe wiha bilêv kiriye: Piştî operasyona Artêşa Tirkiyeyê bi hezaran sivîl cih û warên xwe terikandine û ber bi herêmên başûr û rojhilat yê ne bi ewle ve diçin.
Chulov ragihand ku kesên li Efrînê dijîn bilêv dikin ku ji ber operasyona Tirkiyeyê bajar ber bi xerabûnê ve diçe.
Nûçegîhan Chulov cih da gotinên sivîlekî bi navê Arîn jî: ‘'Li tevahiya bajêr gelek xaniyên hilweşiyayî û wesaîtên şewitî hene. Ji Heleb, İdlib û bajarên din gelek malbat li Efrînê bi cih bibûn, êdî ew kesana nizanin wê bi ku de biçin.''
Elî yê ji gundekî rojhilata Efrînê ku bavê 4 zarokan e li ser operasyona Tikriyeyê ramanên xwe anî ziman û got: Jiyan êdî ne xweş e, hindik be jî berê hizûra me hebû. Niha emê jî wek herkesi hertiştên xwe winda bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin