Fermandarê Hêzên Navendî (CENTCOM) yê Amerîkayê Joseph Votel, ragihand ku di mijara têkoşîna li dijî DIŞIê de divê cîha minetdarê kurdan be û diyar kir ku ew dê di piştgriya YPGê de berdewam bin.
Fermandarê Hêzên Navendî (CENTCOM) yê Amerîkayê Joseph Votel, piştî serdana xwe ya ji bo Iraqê bi rêya telekonferansê pirsên rojnamegeran bersivandin.
Votel destnîşan kir ku kurdan fedakariyeke mezin nîşan daye û weha pê de çû: "Divê bala me li ser fedakariya şirîkên me be ku di têkoşîna dijî DIŞIê de nîşan dane. Ji artêşa Iraqê û HSDê bi hezaran kes dema bajarên girîng rizgar kiirn an mirin an jî birîndar bûn. Berî bi çend roja li Reqayê bûm û min şideta li wê derê dît. Beşa mezin a hewldana vî karî şirîkên me yên qadê dan û xwîna xwe rijandin. Em hemû, cîvaka kurewî divê em minetdarê wan bin."
Ji Votel hate pirsîn 'li gel operasyona Tirkiyê jî dê piştgiriya we ji bo YPGê berdewam bike?' Votel bi zelalî got 'belê' û weha pê de çû: 'Heya ku ew li dijî DIŞIê têbikoş in û li herêmê îstîkrarê pêkwerînin em ê jî piştgriya wan bikin. Ev polîtikaya hikûmeta me ye.
Votel diyar kir ku ew metirsiyên Tirkiyê yên derbarê sînorê xwe de fêhm dikin û weha got: "Di vê mijarê xebata bi Tirkiyê re girîng e. Tirkiye di têkoşîna dijî DIŞIê de bû şîrîkê me û mutefîqa me ya NATOyê ye. armanceke me ya din a girîng jî têkbirina DIŞIê ye. Ji bo em vê bikin jî şirîkê me yê qadê HSDê ye. Bi ya min li hember DIŞIê heya niha hêza herî karîger ew in."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin