Civîna fraksyonên Kurdistanî yên li parlamentoya Iraqê û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi dawî hat.
Biryar bû civîna îro di saet 13:00ê de were sazkirin, lê belê civîn bo saet 14:30ê hat paşxistin û acendaya civînê jî ji bo civîna Ebadî li gel serokên hemû fraksyonên parlamentoyê hat guhertin.
Lê belê fraksyonên Kurdistanî bi vê yekê razî nebûn û ev civîn baykot kirin. Fraksyonên Kurdistanî daxwaz kirin, ku cuda ji fraksyonên din ên parlamentoya Iraqê li gel Heyder Ebadî bicivin, daku nîgeranî û têbîniyên Kurd ên derbarê projeyasaya bûdceya Iraqê ya bo sala 2018ê de bigihînin wî, ji ber wê yekê jî civîn li salona destûrî ya parlamnetoya Iraqê hat sazkirin û daxwazên Kurd ji bo pêkanîna guhertinan di projeyasaya bûdceya Iraqê y abo sala 2018ê de weke acendaya civînê hat diyarkirin.
Parlamenterên Kurd ragihandine, ku pişka Herêma Kurdistanên di bûceya federalî yaIraqê y abo sala 2018ê de hatiye kêmkirin, ku divê ji sedî 17ê bûdceya giştî ya Iraqê be.
Hikûmeta Iraqê di projeyasaya bûdceya 2018ê de bo ji sedî 12.6 kêm kiriye.
Berî destpêkirina civînê, Serokê Fraksyona Partiya Demokrat a Kurdistanê li parlamentoya Iraqê Erefat Kerem ji Rûdawê re dabû zanîn, ku ji xeynî serokên fraksyonên Kurdistanî, Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê jî di civînê de beşdar dibe.
Doh bi armanca gotûbêja li ser bûdceya sala 2018ê ya Iraqê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li parlamentoyê amade bibû, lê fraksyonên Kurdistanî rûniştin boykot kiribûn û ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê bersiva têbiniyên wan ên derbarê projeyasaya bûdceyê de nedaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin