Şêx Murşîd El Xiznewî: Berxwedana Efrînê li gorî Îslamê rewa ye

berxwedana Efrînê li gor pîwanên îslamê ye
کوردستان TV
100%

Şêx Murşîd Maşûqê Xiznewî li ser êrîşên artêşa tirk ên li dijî Efrînê got, şerekî qirêj û dijminayetiyeke mezin li ser axa Rojava heye û got, "Ne Xwedê û ne jî pêxemberê wî ji vî şerî razî ye,û ne jî wijdanê ti mirovekî azad vî şerî qebûl dike."

Yek ji şêxên Rojava Şêx Murşîd Maşûqê El Xiznewî ji bo ajans ANFê axivî û behsa operasyona artêşa tirk ya li ser Efrînê kir û got, "Bêguman şerekî qirêj û dijminatiyeke mezin li ser xaka Rojava heye. Ne Xwedê û ne jî pêxemberê wî ji vî şerî razî ye û ne jî wijdanê ti mirovekî azad vî şerî qebûl dike. Herwisa, hemû peymanên navneteweyî li dijî şerekî bi vî rengî ne. Ev şer zilmeke eşkere ye li ser gelê Kurd û armanca vî şerî tunekirina nasnameya Kurdî ye ku Kurd li ser xaka xwe ya rewa şad nebin."

Şêx El Xiznewî êrîşên artêşa tirk ên li Efrînê wekî dijayetiya Îslamê nirxand û got, "Em dibînin ku navê "cîhadê" li şerê xwe dikin lê ew li derveyî sînorê xwe şer û kuştinê dikin, ev tê wê wateyê ku berxwedêrên Efrînê, yên berevaniya xak û namûsa xwe dikin, şerê rewa dikin û ev yek di dînê Îslamê de baş zelal e."

El Xiznewî herwisa bal kişand ser helwesta dewletên herêmê ya li hemberî kurdan û got, "Dîrok ji me re diyar dike ku çawa dewletên Tirkiyê, Iraq, Sûriyê û Îranê ti carî li hev nekirine ku tenê mijar Kurd be, li hev dicivin û bi hev re şerê vî miletî dikin. Ev yek li Efrînê xuya dibe ku bi rêya wekîlê xwe, Erdogan şerekî bêhempa li dijî Kurdistanê dimeşîne.Ev şer ji dergehê Rojava, Efrînê, dest pê kiriye."

Şêx Murşîd Maşûq El Xiznewî şerê HSD û YPGê yê li dijî êrîşên artêşa tirk li gorî Îslamê wekî ‘berxwedaneke rewa' şîrove kir û got, "Dewleta tirk êrîşî herêma Efrînê dike. Kesên berevaniya Efrînê dikin, xak, namûs û şerefê diparêzin. Li gorî peyvên pêxember (silavên Xwedê li ser bin) HSD hêzeke berxwedêr e."

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.