Devreyeke din ya perwerdehiya akademiya leşkerî ya Zaxoyê bidawî hat.
Îro 30.01.2018ê bi merasîmeke li koleja leşkerî ya Zaxo ve 418 efserên Pêşmerge yên ji jin û xortan pêkdihat, piştî şeş meh perwerde û rahênana leşkerî bawernameya leşkerî wergirtin.
Ji berpirsên wezareta Pêşmergeyên hikûmeta herêma Kurdistanê Serbest Lezgîn di merasîmê de ragehand: ‘’Li ser navê birêz Serok Barzanî pîrozbahiyeke germ li yek bi yek wan efseran dikim ku nû bi dileke germ û moraleke bilind ve koleja leşkerî ya Zaxo bi awayek serkeftî rahênan û perwerde dîtine û naha jî derçûne.
Serbest Lezgîn got: ‘’Li gor bernameya rêveberiya hêzên Pêşmerge ev efserene dê wek Pêşmerge di nava hêzên Pêşmerge de karên xwe bikin û karê Pêşmerge bilind dinirxînin.’’
Koleja leşkerî û akademiya Zaxo sala 1996ê hate ava kirin û heta naha bi dehan dewreyên leşkerî û perwerdeyên akademîk bo keç û xortên Pêşmerge birêve biriye û payeya leşkerî daye bi hezaran ciwanên kurd.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin