Terorîstên DIŞIê dubare li başûrê Mûsilê dest bi lêvûtevgeran kirin.
Rêxistina terorîst a DIŞIê binkeyên xwe li başûrê Mûsilê danîn û balefirên şer ên hêzên hevpeyman jî ew bombebaran kirin.
Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê, îro 30.01.20183e balefirên şer ên hêzên hevpeymana navnetewî ya dijî DIŞIê, binke û cîhên DIŞIê yên li gundê Merîr ê bajarokê Geyare ya başûrê Mûsilê bombebaran kirin.
Berî naha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragehandibû ku hêz û milîsên Iraqê dawî bi hebûna DIŞIê ya li Iraqê anîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin