Di 10 Rojan de 213 welatiyên sivîl bûne qurbanî

gelek sivîlên din jî birîndar bûne
کوردستان TV
100%

Jiber êrîşên Tirkiyeyê li Efrînê herî kêm 213 welatiyên sivîl bûne qurbanî.

Di topbarana tewşankî bi balafir û mûşekan li dijî Efrînê herî zêde sîvîl dibin qurbanî, herwiha hejmara kesên birîndar dibin jî zêde dibe.

Meclîsa Tendirustiya Efrînê, di preskonfransekê de ragihand ku di nava 10 rojan de, 60 kes hatine kuştin û 153 jî birîndar bûn.

Meclîsê da zanîn ku bi giştî 213 sîvîl bûne qurbanîya êrîşan û herwiha 3 komkujî çêbûne.

Li alîyekî din, topbarana balafiran zarar gîhandiye Bendava Meydankê û şûnwarên dîrokî yên wek Perestgehên Nebî Horî û Eyndarê jî wêran bûne.

Derbara êrîşan de Rêveberîya Xweser bi daxuyanîyekê ji raya giştî re armancên van êrîşan eşkere kir û ji alîyên peywenedîdar xwest ku dawî li êrîşan bînin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.