Biryar bû îro dengdan hatiba kirin.
Serokê parlamentoya Katalonya, Roger Torrent ragihand ku wan dengdana bo hilbijartina Serokê rêvebiriya xweser taloq kiriye.
Torrent da zanîn ku Serokê berê Carles Puigdemont bo seroktîyê tekane berendam e.
Hikûmeta navendî ya Îspanya, piştî hikûmeta Katalonya serxwebûn ragihandibû parlamento pûç kiribû û biryara girtina Puigdemont dabû.
Torrent diyar kir ku ewê berevanîya parêzbendîya Puigdemont bikin û ew naxwazin ku hikûmeta Îspanya wî bigire.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin