Artêşa Tirkiyê ciwanek rojavayê Kurdistanê li ser sînor qetil kir

xelkê Serê kaniyê ye
کوردستان TV
100%

Li serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ciwanekî 17 salî bi guleya artêşa Tirkiyê jiyana xwe jidest da.

îro danê sibe dema ciwanê 17 salî Îbrahîm Silêman Bozan ji malê diçû karê xwe, guleyek ku ji aliyê sînorê Tirkiyê ve hatiye avêtin, li serê wî ket û jiyana xwe jidest da.

Hevdem bi êrîşa artêşa Tirkiyê li ser herêma Efrînê re, di hefteya borî ve artêşa Tirkiyê çend deverên Cizîrê û Dêrikê jî kiribû armanc û çend welatî birîndar bûbûn û çend xanî jî wêran bûbûn.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.