Di encama êrîşa Tirkiyeyê de sê sivîlên din hatin kuştin.
Êrişên artişa tirk û cîhadîstên wê yên li Efrînê berdewam dikin. Tê ragihandin ku li navçeyên Şêrewa, Siyê û Bilbilê hejmareke sivîlan di encama êrişan de canê xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku li gundê Kopela yê bi ser Şêrewayê ve di encama bombebarana artêşa tirk de ji heman malbetê zarok jî di nav de 3 sivîl hatine qetilkirin û 7 sivîl jî birîndar bûne.
Li gor jêderan li gundê Xelîl Gulko jî hejmareke xelkê sivîl hatine qetilkirin ku navê qurbaniyek ji wan Mihemed Reşîd Hesen e.
HSDÊ jî bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişa li ser Bilbilê de 2 welatiyên sivîl şehîd bûne.
Tê ragihandin ku di roja 9. a êrişên Tirkiyeyê yên li ser bajarê Efrînê de bi dehan sivîl şehîd bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin