Îro ji Zaxo heta Helebçeyê li mizgeftên Herêma Kurdistane mamosteyên olî ji bo Efrîn dia kirin û piştgiriya xwe bo gelê Efrînê anîne ziman.
Îro, roja înê berî xudbê mamosteyên olî li mizgeftan ji bo gelê Efrînê dia kirin û piştgiriya xwe gelê Efrînê anîne ziman. Dema mela li ser mihrabê dia kirin, cemaeta mizgeftê hestyar bû, bi dengekî bilind tevlî diayan bû.
Hêjayî gotinê ye ku Wezaret Weqfan û Karubarên Olî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo mamosta û zanayên olî yê li Herêma Kurdistanê xwestibû ku roja înê de di xudbeyên xwe de behsa rewşa Efrînê û êrişên dewleta tirk li dijî gelê kurd bikin û bo wan dia bêne kirim.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin