Li Koreya Başûr di nexweşxaneyê de şewat derket. Li gor agahiyên destpêkê 33 kesan canê xwe ji dest daye û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûne.
Li bajarê Miryang ê Koreya Başûr di nexweşxaneyê de şewateke mezin derket. Berpirsan ragihandin ku şewatê di beşa lezgîn a Nexweşxaneya Sejogê ku kesên kêmendan û temen mezin tê de dimînin destpêk kir û di encam de jî heta niha 33 kesan canê xwe ji dest daye û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûne. Tê ragihandin ku dibe hejmara qurbaniyan zêde bibe. Ev bajarê lê şewat derketî 270 ji paytext Seulê dur e. Xebatên tesbîtkirina nasnameyên qurbaniyan berdewam dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin