Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel ragihand, daxwaz ji Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg kiriye ji bo gotbêjkirina rewşa Efrînê, civîneke bilez ya Encûmena NATOyê lidar bixe.
Wezîrê Derve yê Almanya di daxuyaniyekê de ragihand, hikumeta wan derbarê êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê nîgeran e û êdî ew nema çekan ji Tirkiyê re dişînin.
Sigmar Gabriel aşkere kir jî, ew ligel Fransayê hewl didin, da ku vê êrîş rawestînin, sivîlan biparêzin û alîkariyên mirovî bigihînin Efrînê.
Piştî ku di hin raporan de hat belavkirin, tankên ku TirkIyê di şerê Efrînê de bikar tîne, tankên Almanî ne, opozîsyona Almanyayê dilgiranya xwe da xuyankirin û daxwaz ji hikumeta welatê xwe kir, hevkariya leşkerî ji Tirkiyê re rawestîne.
Roja 20ê vê mehê êrîşa artêşa Tirkiyê li ser herêma Efrînê di bin navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” bi topbaran û bombebarankirina firokeyên şer bi fermî dest pê kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin