Li Davosê Serokwezîrê Kurdistanê û Şahê Urdinê civiyan.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Davosê ya bi mebesta beşdarî kirin di komcivînên forma abûriya cîhanê de, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Şahê Urdinê Şah Ebdulah civiya.
Di civînê de behsa çend mijarên girîng yên weke rewşa Îraqê, rewşa deverê bi giştî, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û têkiliyên navbera Kurdistan û Urdinê hatin nîqaşkirin.
Biryare Serokwezîrê Kurdistanê her li Davosê li gel Serokwezîrê Îraqê û hijmareke din ji rayedarên welatên din jî bicive.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin