Serokê Saziya Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) Mike Pompeo ragihand ku Pentagonê bi karkirin û xebata bi kurdan re karekî baş kiriye.
Mike Pompeo doh li Enstîtuya American Enterprise ku saziyeke hizrî ye, mijarên di rojevê de nirxandin.
Mike Pompeo di axaftina xwe balkêşand ser "têkoşîna li dijî DAIŞ û El Qaîdeyê û diyar kir ku: 'Dibe ku armanc zehmet bin jî lê belê serkevtin di eniya şer de rê dide me ku em derfetên rastîn biparêzin. Li vê derê gelek kes hene ku bi başî li kêleka Amerîkayê bin, heta ku li gel cîhadgeran bin."
Pompeo da zanîn ku ji bo şer û têkoşîna bi cîhadîstan re pêwîstî bi "hevbeşên sunnî" heye û diyar kir, pentagon bi xebata bi Kurdan re û bi sunniyan re karekî baş kir.
Serokê CIAyê destnîşan kir, ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hemû sibehiyan derbarê rûdan û geşedanên li herêmê brîfîngekê dide û teqez kir, her roj çêdibe, em derbarê wê de diaxivin. Îro weke mînak, em dikarin texmînê bikin ku rewşa li Efrînê dê bibe rojev.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin