Operasyona Tirkiyê bo ser bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku di roja pêncem de berdewam e, sînorê Hatayê li sivîlan hat qedexekirin û wek herêma ewlekariya taybet hat ragihandin.
Li navçeyên Hassa û Kirikhan ên Hatayê ku ji bo piştgiriya operasyona ser Efrînê herî zêde hêzên Tirkiyê û grûbên ser bi wê di wan cihan re derbas dibin, hinek navçe wek herêma ewlekariya taybet hatin îlankirin. Çûna rojnamevan û welatiyan jî bo wan cihan hat qedexekirin.
Roja 20ê Rêbendana 2018ê dema operasyona ser Efrînê dest pê kir, gelek tank û zirxpoş ji bajarên din bo ser sînorê Efrînê hatin veguhestin û tevgereke zêde ya leşkerî hebû, lê niha artêşa Tirkiyê dest bi topbaran û êrîşên esmanî kiriye.
Li ser tevgera zêde ya ser sînor Walîtiya Hatayê li bajarokên Hassa û Kirikhanê hinek navçe heta 15 rojan wek “herêma ewlekariya taybet a demkî” îlan kir. Li ser vê pêşhateyê çûna rojnamevan û welatiyan jî bo navçeya ser sînor hat qedexekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin