Rêvebira Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ya Tirkîyê Emma Sinclair-Webb Tirkiye jiber desteserkirinên bo parvekirinên derbarê Efrînê yên li ser sosyal Medya rexne kir.
Sinclair-Webb ji ser malpera HRW’ê da zanîn ku ‘’tehmûla hikûmeta Tirkiyê bo rexneyên dijî wê hema bêje tune’’
Dozgerên Tirkiyê jiber ‘’belavkirina propagandaya terorê û sorkirina gel bo nefret û dijminîyê’’ biryara desteser kirine didin.
Sinclair-Webb da zanîn ku dozger dixwazin bi vê yekê hewil bidin ku kesên hikûmetê rexne dikin û aktîvîstan bêdeng bikin.
Jiber ‘’propagandaya terorê’’ ya li ser sosyal medya li Tirkîyê heta niha 91 kes hatine desteser kirin. Di nav kesên desteserkirî de rojnamevan û rêvebirên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin