Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi armanca beşdarbûna Foruma Aborî ya Cîhanî ligel şandekê gehişte Davosa Swîsreyê. Şanda Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Barzanî ji Cîgirê Serokwezîr Qubat Talabanî û hejmarek berpirsên din pêk tê.
Li gor daxwiyaniyeke hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro êvarê (23.01.2018) Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ligel serok, serokwezîr, paşe, serkirdeyên cîhan û mêvanên payebilind ên Foruma Aborî ya Cîhanî li Davosê, beşdarî merasîma pêşwazî û xwarina êvarê dibe ku ji aliyê Damezrênerê Foruma Aborî ya Cîhanî Klaus Schwab û hevjîna wî ve hatiye organîzekirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê doh (22.01.2018) di civîneke çapemeniyê de ragihandibû ku li Foruma Aborî ya Davosê ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Wezîrê Petrolê jî dicibçvin û ew civîn berdewamiya civînên Bexdayê dibin.
Roja Çarşembê û rojên piştre Serokwezîr Barzanî beşdarî çalakiyên Foruma Aborî dibe û di vê çarçoveyê de ligel hejmarek serkirdeyên cîhanê hevdîtinan dike û dicive.
Li ser astê cîhanê, çendîn serok û serokwezîrên welatên bihêz beşdarî Foruma Aborî ya Cîhanî dibin. Ji wan Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May. Li ser asta Rojhilata Navîn jî Paşayê Urdin Şah Ebdulla, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netenyahu, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin