Ji ber êrişên Efrînê 46 kes hatin desteserkirin

li Tirkiyeyê girtin û binçav kirin berdewame
کوردستان TV
100%

Li çend bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çend kesên nerazîbûna xwe li hemberî êrîşa hêzên arêtşa Tirkiyê ya li ser Efrînê dane ji aliyên hêzên ewlehiya Tirkiyê ve hatin desteserkirin.

 Li Mêrdîn, Wan, Îdir û Îzmîrê polîsan bi ser hinek malan de girtin û bi hêceta ku li dijî operasyona Tirkiyê ya bo ser Efrînê derketine û “propagandaya rêxistina terorîst” kirine çend kes binçav kirin.

Li Îdirê 8 kes bi îdiaya ku li ser medyaya civakî li dijî operasyona Efrînê derketine û  “propagandaya terorê” kirine, hatin girtin. Li bajarê Wanê jî polîsan bi heman hêcetê operasyon lidar xistin û 7 girtin.

Kesên ku li Îdirê û Wanê hatine binçavkirin ji bo lêpirsînê birin navenda ewlekariyê ya bajar.

Her piştî destpêkirina êrişa li dijî Efrînê li bajarê Îzmirê tevî rêvberê HDPê yê Izmirê Çerkez Aydemir 23 kes hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin li İzmirê tîmên têkoşîna li dijî terorê oparasyoneke hemwext li dijî HDPyiyan hat pêkanîn. Di oparasyona ku li navçeyên Menemen,Torbalî,Bayindi û Çeşme yên Îzmirê hat lidarxistin de, tevî rêvberê HDPê yê Izmirê Çerkez Aydemîr jî di navê de 23 kes bi tohmeta ku li ser medya civakî di derbarê Efrînê de parvekirin kirine, hatin girtin.

Herwiha îro polîsên Tirkiyê bi ser avahiya Rêxistina HDPê ya navçeya Nisêbînê de girt û dest danî ser belgeyan li avahiyê.

Polîsan serê sibê bi ser avahiya Rêxistiya Partiya Demokratîk a Gelan HDP` a navçeya Nisêbînê de girt. Gelek polîs çûn operasyonê û derdora avahiyê dorpêç kirin. Polîsan avahiya HDPê ser û bin kirine û 4 endamên HDPê binçavkirin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.