James Mattis: Êrişa ser Efrînê pêşiya şerê DIŞIê dibe asteng

James Mattis dibêje operasiyon dibe sedema bihêz bûna DIŞIê
کوردستان TV
100%

Wezîrê Berevaniya Amerîka James Mattis dibêje, êrişa Tirkiyê li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dibe sebeba lawazbûna şerê li dijî DIŞIê.

Ev 4 roj in artêşa Tirkiyê bi hemû hêza xwe êrişî Efrînê dike, heta niha gelek sivîl hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûne.

Wezîrê Berevaniya Amerîka James Mattis li ser êrişa Efrînê ragihandiye, êrişa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê pêşiya şerê DIŞIê dibe asteng û wî şerî lawaz dike.

Beriya niha jî Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson gotibû, Amerîka fikarên Tirkiyê di cih de dibîne lê divê Tirkiye li ser hemdê xwe be.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.