Vê sibê balafirên Tirkiyê careke din herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin. Herwiha hat îdiakirin ku hejmarek leşkerên Tirkiyê ketinê destê hêzên Kurdî.
Akademisyen Ehmed Şewqî ji Efrînê ragihand ku balafirên Tirkiyê gundê Hemam, Cindirês, Dêrbelût, Şêrawa û çend cihên din ên Efrînê bombebaran kirine.
Ehmed Şewqî tekez kir ku gelek zerar û ziyan gehiştiye xelkê sivîl û li Cindirêsê 7 kesên sivîl canê xwe ji dest dane.
Şewqî piştrast kir duh jî cihekî xwedîkirina mirîşkan hatiye bombebarankirin û di encam de 8 endamên malbateke koçber a Ereb canê xwe ji dest dane.
Akademisyen Şewqî herwiha anî ziman ku êrişên çekdarên "Artêşa Azad a Sûriyê" bo ser Efrînê hatine şikandin û hejmarek ji leşkerên Tirkiyê dîl ketine destê hêzên berevaniya Efrînê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin