Serokê Partiya Komara Gelî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, berî civîna Meclisa Partiyê daxuyaniyek ragihand. Kiliçdaroglu derbarê operasyona Efrînê de jî axivî û got: "Efrîn naşibe El Babê. Erdogan bila kesên ku bi kefên pêşwaziya wî dikirin bişîne Efrîne.
Kemal Kiliçdaroglu berî civîna Meclisa Partiyê daxuyaniyek ragihand û tê de qala biryara Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê a ji bo serbest berdan du rojnamegeran kir. Kiliçdaroglu herwiha diyar kir ku Erdogan herî zêde bi ser partiya wan de tê û derbarê Efrînê de jî axivî:
Yên ku ev bûyerên hemû anîne serê Tirkiyê jî ev hikûmete. Derbarê Efrînê de diaxivin. Efrîn ne wekî El Babê ye. Li El Babê lihevkirineke navdewletî hebû. Qebûla Rûsya û Amerîkayê hebû. 72 şehîdên me hebûn. Ewilê hûnê bi rêya dîplomasiyê her tiştî bikin. Divê hewldanên Akar bin, divê yên Fidan balkêş in. Efrîneke ku bêyî piştgiriya hêzên hewayî em têkevinê dê bibe sedema maliyetên mezin. Heke tuyê leşkeran bişîne Efrînê hevalên xwe yên ku tu bi kefên pêşwazî kiribûn bişîne. ZarokÊn feqîr û fuqera yên vî gelî neşîne."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin