Hat ragihandin ku Tirkiye cîhadiyên radîkal yên li Sûriyeyê bo ku di êrîşa li ser Efrînê de wan bikar bîne, derbasî devera Ezazê ya li Sûriyeyê dike.
Tirkiye li aliyekî sewqiyata leşkerî ya bo ser sînor zêde dike, li aliyekê herêma Efrînê dide ber topan û li aliyê din cîhadiyên radîkal yên Sûriyê derbasî Ezazê dike û bi vî awayî lez daye êrişeke bo ser bajarê Efrînê.
Li gor agahiyên berdest nêzî 20 otobusên ku çekdarên opozîsyona Sûriyê tê de bûn ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyê bûn ber bi devera Ezazê ve çûn.
Tê gotin ku Tirkiye pêşiyê wê bi topbaranê êrişî hêzên Kurdî bike û piştre jî wê çekdarên ku ev heyameke perwerde dike li dijî Kurdan, bi ser Efrînê de berde.
Li hemberî van hewldanên Tirkiyeyê, hêzên Kurdî yên li Efrînê jî amadekariyên xwe dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin