Gelê Kobanê jibo Efrînê îro li kolanan bû

gelê Kobanê piştgîrî da Efrînê
کوردستان TV
100%

Ev demeke ku Tirkiye gefan li ser Efrînê dike û dibêje ewê êrîşekê bike ser wê herêmê. Ew gef, piştî ku Amerîka damêzrandina hêzeke nû ya sînorî zêde bûne.

Parêzer Mustefa Xelîl tîne ziman ku Efrîn herêmeke aram e û bi hezaran koçberên ji deverên din yên Sûriyê tê de jiyan dikin.

Gelê Kobanê nerazî bûna xwe anî ziman û dubare kir ku êrîşeke ser Efrînê alîkariya grubên çekdar yên tundrê yên wek El Nusra ye. Gel herwiha da zanîn ku çawa gelê Efrînê dema êrîşên DIŞIê yên ser Kobanê li kelêka wan sekinîn, ew jî niha bi Efrînê re diseknin û piştgirê didin wê.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.