Wezîrê petrola Iraqê Cebar Liêbî, Li Kerkûkê peymanek li gel şîrketa "BP" ya Brîtanya îmza kir, ji bo pêşxistina zeviyên petrola wê parêzgehê.
Li ser wê peymanê Liêbî got: "Ew rêketin di sala 2014an de hatibû kirin, lê bi sedema hatina DIŞIê û dagîrkirina beşekî ji navçeyên başûr û rojavayê Kerkûkê, karkirin bi wê rêketinê hat paşxistin".
Cebar Liêbî di kongreke rojnamevanî de ragihand: "Ezê serdana Tirkiyê bikim, da ku em bi rêya bendera Ceyhan ya Tirkiyê ve dest bi henardekirina petrola Kerkûkê bikin".
Liêbî derbarê şandina 30 heya 60 hezar bermîl ji petrola Kerkûkê ji bo Îranê got: "Iraq li ber hemû aliyan vekirî ye".
Herwaha diyar kir, wezareta petrola Iraqê, pirojeya vekirina hêla serekî ya Kerkûk-Pêşabûr jî xistiye nav lîsta karên xwe de.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin