Parlamentoya Ermenîstanê jenosîdkirina Êzidiyan nas kir

parlementoya Ermenistanê derbarê Êzidiyan de daxwazek pêşkêşî civaka cîhanî dike
کوردستان TV
100%

Parlamentoya Ermenîstanê qebûl dike, ku Kurdên Êzidî yên li Başûrê Kurdistanê ji aliyê terorîstên DIŞIê ve hatine jenosîdkirin.

Cîgirê Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a parlamentoya Ermenîstanê Rostem Mehmûdyan di civîneke çapemeniyê de ragihand ku ev biryara Parlamentoya Ermenîstanê qebûl dike, ku Êzidî di sala 2014ê de, li Iraqê ji aliyê grûbên terorîst ve hatine jenosîdkirin û herwiha şermezar jî dike.”

Mehmûdyan, ku di heman demê de kurdekî Êzidî ye dibêje, Parlamentoya Ermenîstanê di biryara xwe de ji civaka navdewletî dixwaze li ser vê tawanê lêkolînan bike.”

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.