Opozîsyon dibêje êrîşî ser Efrînê dibe sedema parçe bûna Sûriyeyê.
Serokê Şanda Dijbereya Sûriyê behsa rewşa Efrînê kir û got heger Tirkiyê êrîş bike dê bibe sedema parçebûna Sûriyê û wezîrê derveyê Belcîka jî daxwaz kir ku cihê Kurdan di proseya danûsatdninê de hebe.
Ji bo cara yekem, dijbereya Sûriyê rasterast gefên Tirkiyê li dijî Efrînê rexne dike.
Di konfranseke rojnamevanî de ligel wezîrê derve yê Belçîkayê, Serokê Desteya Danûstandinkar Nesir el-Herîrî, bersiva pirsekê derbarê gefên Erdogan serokê Tirkiyê li dijî Efrînê da û rexne li gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yên li dijî Efrînê girt û got, êrîşeke wiha wê wê bibe parçebûna Sûriyê û derî li pêş dijberiyeke nû veke.
Wezîrê Derve yê Belçîkayê Didier Reynders jî tekezî li ser girîngiya beşdarbûna Kurdan bi nûnertiyeke baş di danûstandinan de kir.
Piştî hevdîtinekê li gel Dezîrê Derve yê Belçîkayê Didier Reynders, ku li Brûksel hate encamdan, Nesir el-Herîrî, êrîşkirina ser Efrînê dê egera parçebûna Sûriyê zêde bike û derî li pêş dijberiyeke nû veke.
Serokê Desteya Danûstandinan Nesir Herîrî wiha got: “Niha her karekî bandorê li ser dînamîkaya navxwe ya Sûriyê bike dê têkariyeke neyênî li danûstandinan bike. Tişta ku em û tevahiya sûriyan dixwazin ew e ku her du alî, rejîm û dijbere rasterast guftogoyan bikin heta ku bigihêjin çareseriyeke aştiyane ji bo Sûriyê. Bawer in her êrîşek jî dê pir zererbexş be û egera dabeşkirina Sûriyê zêde dike û derî li pêş dijberiyeke nû vedike.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin