Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, eger Tirkiye êrişî Efrînê bike ew ê bersiv bidin.
Berdevkê YPGê Nûrî Mihemed li ser gef û tehdîdên Tirkiyê li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê got, eger Tirkiye êrişî Efrînê bike dê bersiv bidin û çawa Kobanî ji terorîstên DIŞIê parastin dê Efrînê ji êrişên Tirkiyê biparêzin.
Nûrî Mihemed her wiha gotiye, Tirkiye bo dagîrkirina Efrînê xeyalan dibîne ji ber ku xelkê Efrînê û şervanên wan dê li ber xwe bidin û pêşiya dagîrkeriya Tirkiyê bigirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin