HDP: Hewildana dagirkirina Efrînê dê zirarê bide gelên Tirkiyê

HDP dibêje êrşa ser Efrînê vê zirarê mezin bide Tirkiyeyê
کوردستان TV
100%

Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ser gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Erdogan yên derbarê ketina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

HDP’ê da zanîn ku Erdogan di siyaseta navxweyî de ketîye tengasiyê û bi gotinên ser ketina Efrinê hewil dide hestên neteweperest geş bike

di daxuyanîyê de hat gotin ku Efrîn li Sûrîyê bo sîvîlên ku ji neçarî koç kirine bûye herêmeke ewle. Niha zêdetirî nîv milyon penaber bi awayekî ewle li wir dijî. Tevî hemî ambargo û şertên şer, wê herêmê peyavajoya şer bi zarareke biçûk derbaz kiriye.

HDP’ê bi bîr xist ku ji axa Efrînê, Rojava û Bakurê Sûriyê xêncî DIŞIê ti rêxistinan dijî Tirkiyê êrîş li dar nexistiye û ‘’berdevkên rejîma Erdogan’’ naxwazin li wan herêman Kurd xwe birêve bibin.

HDP’ê diyar kir ku ‘’hewildana dagirkirina Efrînê’’ nayê qebûl kirin û ewê hewildaneke wisa zararê bide hemî gelên Tirkiyê.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.