Sûriye: Ti bihaneya Tirkiyeyê tine ne ku axa me dagir bike

Sûriye dibêje lazime hêzên tirkî derkevin
کوردستان TV
100%

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Faysal Miqdad hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê wek dagirkerî binav kir û diyar kir ku ti bihaneya vê yekê tine ne û em ji Enqereyê daxwaz dikin ku hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne û tevlî karên navxweyî ya me nebe.

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Faysal Miqdad ji Sputnikê re axivî û hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê wek dagirkerî binav kir. Miqdad diyar kir ku ti bihaneya vê dagirkeriyê tine ne û em ji Tirkiyeyê daxwaz dikin ku hêzên xwe ji axa me vekişîne û tevlî karên me yên navxweyî nebe.

Miqdad derbarê baregehên leşkerî li Sûriyeyê yên Amerîkayê de jî axivî û got: "Hebûna baregehên leîkerî yên ti welatî bê destûra birmveberiya Sûriyeyê nayê qebûlkirin. Ev yek êrişkarî û dagirkeriye. Em ê pêşerojê de li gorî vê yekê dê gavên xwe biavêjin û tevbigerin."

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.