Li Libyayê şer: Herî kêm 9 mirî 21 birîndar

şerê li Lîbyayê bi dawî nabe
کوردستان TV
100%

Di encama pevçûna di navbera hêzên Hikûmeta Yekîtiya Libyayê û muxalifên li rojhilatê Trablusê de herî kêm 9 kes mirin, 21 kes jî birîndar bûn.

Li gor şahidên bûyerê hêzên Hikûmeta Peymana Neteweyî û alîgirên serokwezîrê kevn Xelîfe Gveyl de ku piştgiriya hikûmeta ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye ava kirin nake de pevçûnan roja yekşemê destpêkir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendurustiya Libyayê, di pevçûnên ku li bajarê Castelwerde yê bi 60 kîlometreyî dûrî paytextê derketine de 21 kes birîndar bûne, di nav kesên ku hatine kuştinde du karkerên biyanî ku navê wan nehatiye diyar kirin jî hene.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.