Di encama êrîşeke çekdarî û teqînekî de 7 kes bûne qurbanî.
Jêderekî ewlekarî li Bexdayê diyar kir ku îro di encama teqînek û êrîşeke çekdarî de kesek hatiye kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûne.
Heman jêder diyar kir ku teqîn li nêz navendeke bazirganî ya li taxa Tarimiye ya li Bexdayê pêk hatiye û di encam de 6 kes birîndar bûne.
Herwiha li taxa Bexdaya nû jî çend kesek êrîşî karmendekî emîdariya Bexdayê kirine û di cîh de kuştine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin