Endamê Kongreya Amerîkayê Steve King di axaftina xwe de ragihand Bexda astengiyan li pêşiya destpêkirina gotûbêjên navbera Herêma Kurdistan û Iraqê derdixîne.
Endamê Kongreya Amerîkayê Steve King di axaftina xwe de got: "Divê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi diyalogê werin çareserkirin. Di baweriya min de danûstandin baştirîn rê ye, divê hemû pirsgirêk bi gotûbêjan bên çarekirin nek bi şer. Em dizanin ku kurd ji rewşê dilgiran in, ew ji mêj ve dixwazin bibin xwedî dewletekê. Kurdan şerê DIŞIê kir û divê ev keda wan bê berçavgirtin."
Herwiha digel ku hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûna xwe ji bo danûstanan radigihîne jî heta niha Bexdayê gaveke pêş çav neavêtiye ji bo çareserkirina kêşeyan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin