Juncker: Li Tirkiyeyê heta ku rojnamevan girtî bin di têkiliyên me de pêşveçûn çênabe

nakokiyên navbera Tirkiye û YEê didomin
کوردستان TV
100%

Serokê Komîsyona Amerîkayê Jean-Claude Juncker, anî ziman ku heta li Tirkiyeyê rojnamevan girtî bin di têkiliyên me de pêşveçûn çênabe.

Cumhurbaşkanı Recep Tayyip Erdoğan, Avrupa Komisyonu Başkanı Jean-Claude Juncker ve Avrupa Konseyi Başkanı Donald Tusk ile birlikte

Jean-Claude Juncker di civîna çapemeniyê ya li Bulgaristanê de anî ziman ku "Tirkiye ji armancên xwe yên berê yên di derbarê Ewropayê de dûrdikeve, di çend mehên pêşiya me de, emê bibînin ku li Tirkiyeyê pêşveçûnên çawa çêdibin. Lê belê li Tirkiyeyê, heta ku rojnamevan  di girtîgehan de bin tu pêşveçûn çênabe." Gor agahiyên Cemiyeta Rojnamevanên Tirkiyeyî  parvekirin 160 rojnamevan li Tirkiyeyê di girtîgehan da ne.

Di heman civînê de serokwezîrê Romanyayê Boyko Borisov jî di derbarê Rûsya û Tirkiyê de axivî. Borisov anî ziman ku "Tirkiye jî Rûsya jî cîranên Ewropayê yên mezin in, bi ya min jî, şert e ku peywendiyên bi van herdu welatan re pêşve keve. Di vê çerçoveyê de biryarên bên girtin emê jî bipejirînin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.