Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Faysal Mekdad ragihand ku Tirkiye neçar e ku hêzên xwe vekişîne.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Faysal Mekdad ji Sputnikê re di derbarê hebûna leşkerên Tirkiyê ya li Sûriyê de axivî û got ev yek êrişkariye û divê Tirkiye hêzên xwe vekişîne. Mekdad wiha axivî: “Em ji Tirkiyeyê daxwaz dikin ku hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û destwerdanê di nav karên navxweyî yên Sûriyê de neke.”
Mekdad di derbarê baregehên leşkerî yên Amerîkayê de jî wiha got, “Em li dijî hebûna hemû hêzên biyanî ne li ser xaka Sûriyê.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin