Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Boris Johnson careke din diyar kir ku welatên cîhanê ji çalakî û tevgerên Îranê nîgeran in ku "istiqrar û ewlekariya herêmê re bûye gef" û got, "divê Îran rêzê li cîranên xwe bigire."
Johnson li gel Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li Brûkselê civiya û got ku Brîtanya, Fransa, Almanya û Yekîtiya Ewropayê bangî Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê dike ku peymana nûklerî ya Îranê biparêze û wiha pê de çû: Mafê Îranê heye ku mueyide bên rakirin."
Li gorî Reutersê, Brîtanya, Fransa û Almanyayê daxwazeke hevpar ji Amerîkayê re şandiye ku peymana nûklerî ya îranî biparêze.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin