Li gor daneyên Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, ji 14ê Mijdara 2017an vir de bitevahî 624 zarok bi dayikên xwe re di girtîgehan de dimînin. Li gor Parlementera CHPê Gamze Akkuş İlgezdiyê jî hejmar 668 e.
Parlementera CHPê Gamze Akkuş İlgezdi ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê pirskir, ku çend zarok bi dayikên xwe re di girtîgehan de dimînin. Wezaretê jî li ser vê pirsê hejmara zarokên ku bi dayikên xwe re di girtîgehan de dimînin eşkere kir. Li gor daneyên wezaretê, ji tarîxa 14ê Mijdara 2017an û vir de bitevahî 624 zarok bi dayikên xwe re di girtîgehan de dimînin.
Akkuş İlgezdi di Nîsana 2017an de raportek bi navê ‘'Bi Dayika Xwe re Mehkûm: 560 Zarok'' amade kiribû û pirsgirêkên zarokên bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin û neheqiyên ku li wan tên kirin anî bû rojevê. İlgezdi hin pêşniyazên xwe jî wiha ragihandibû ku zarok ji mafê perwerdehiya krêşan bêpar neminin û ji aliyê din ve jî li ser şert û mercên girtîgehan jî ramanên xwe anî bû ziman. Akkuş İlgezdi piştî raporta xwe bi sê salan bilêv kiribû, ku zarokên bi dayikên xwe re li girtîgehan dimînin û temenê wan di navbera 0-6an de ye, hejmara wan di hundirê 3 salan de zêde bû ye û ev hejmar wek 668 zarok eşkere kiri bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin