Li Tûnisê protestoyên dijî zemên bacê û jîyana buha didomin. Xwepêşandanên li Tunîsê roja Duşemê destpê kiribû.
Di protestoyan de roja pêşî xwepêşandanerek hatibû kuştin û heta niha bi dehan kesên din jî birîndar bûne.
Wezareta Navxweyî ya Tûnisê ragihand ku 237 xwepêşandaner hatine desteser kirin.
Wezaretê dîyar kir ku kesên hatine desteser kirin, êrîşî depoyan û bankayan kirine û rê girtine û hin ji marketan jî dizî kirine.
Wezareta Navxweyî ya Tunîsê da zanîn ku 58 karmendên ewlekarîyê heta niha birîndar bûne, lê derbarê hejmara xwepêşandanerên birîndar ti agahî neda.
Xwepêşandan û pevçûn, li 20 bajarên Tûnisê didomin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin