Times: Kurd bi Esad re ji bo diyalogê jî ji bo şer jî amade ne

Rojavayê Kurdistanê bûye rojeva çapemeniya cîhanê
کوردستان TV
100%

Rojnameya İngilîzî Times di derheqê rewşa hêzên Kurdên Sûriyê de nûçeyek berfiref çêkir. Di nûçeyê de hatiye gotin ku “Kurd amade ne ku heta dawîyê ji bo axa bi dest xistine şer bikin.”

Rojname anî ziman ku di çerçoveya vê nûçeyê de bi çend nûnerên Hêzên Demokratîk ê Sûriyê re axivîne. Alîkarê serleşkeriya HSDê Ebdulqadir Efedilî aniye ziman ku "ew herêmên ku me bi hêzên hevpeyman re bi dest xistine, emê heta dawiyê biparêzin."  Efedilî di axaftina xwe de van îfadeya bi kar aniye, tirk, Îranî û rejim wê kêfxweşbin ku ew cihên me bi dest xistine ji me bistînin. Em naxwazin şereke nû bidin destpêkirin lê gere em amade bin ji bo her ihtimale." Her wiha nûnerê HSDê gotiye: Em ji sedî 25ê Sûriyê kontrol dikin û li deverê 50 hezarî şervanên me hene.

Li ser meseleyên herêmê lêkolîner Michael Stephens jî çend pirsan bersivandiye. Stephens di derbarê hêzên kurd yên li rojava van şîroveyan kir, "kurd dixwazin ku bi Esad re li hev bikin lê eger ku ev pêk neye kurd ji bo şer jî amade ne. Herdu alî (Kurd,Esed) xwediyê hevalên xurt in dema ku div ê aliye de binhêrin em dikarin bibêjin ku lihevkirin ji bo herdu aliyan jî baştir e." Di nûçeyê de li ser politikaya Ingiltere ya di derbarê Kurdên Sûriyê de jî çend hevok hatine nivîsîn. Gor nûçeyê, Ingiltere li hember perçebûna Sûriyê ye û İngiltere ji kurdên Sûriyê dixwaze ku têkiliyên xwe bi PKKê re bibirin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.