Her çendîn dijberiya navbera Kore ya Bakûr û Amerîka dewam dike lê her du Kore ber bi hev diçin. Serokê Kore ya Bakûr Kim dil dike ku tevli olîmpiyadên zivistanê yên 2018an ku li Kore ya Başûr çêbibe, bibin.
Ji her du dewletan bi heyetên ji 5 kesan, li ser sînorê her du dewletan civînek çêkirin. Kore ya Bakûr ragihand dê ji sporvanan, hunermend, rojnamevan û temsîlkarên fermî heyetek bişîne olîmpiyadan.
Kore ya Başûr daxwaz kir ku ji her du dewletan sporvan di destpêk û dawiya olîmpiyadan de, bi hevre bimeşin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin